Malikî û komîsyona serbixwe ya hilbijartinan bi sextekarî kirinê tên tawanbar kirin
Part û aliyên siyasî yên Îraqê her yek ji Nurî Malikî û komîsyona serbixwe ya hilbijartinan bi sextekarî kirin di hilbijartinan de tawanbar dikin.
Di vê derbarê de eniya Mewatin ya ser bi civata bilind ya îslamiya Îraqê û eniya Ehrarê ser bi tevgera Sedir û hevpeymaniya nîştimanî ya bi Serokatiya Eyad Elawî ragehandin ku hikûmeta Îraqê bi Serokatiya Malikî û herwiha komîsyona serbixwe ya hilbijartinan di hijmartin û cuda kirina dengan de sextekarî kirine.
Ev aliyên han tekez li ser vê yekê kirin ku encamên hilbijartinan qebûl nakin û daxwaza pêk anîna tîmeke Parêzerên navnetewî bo parastina mafên xwe dikin.
