Efserekî Hêzên Pêşmerge Li Bajêrê Kifrî Hat Kujtin
Di evê bareyê de, bêjedarê polîsên Germiyanê Muqedem Hesen ji PNA re ragihand, ku evroj serê sibehê çend çekdarên nenas li devera Serqela ya ser bi bajêrê Kifrî ve, teqe li efser (Umer Elî Kerîm) kirin û wî kujtin.
Weha jî da zanîn, ku kes û karên efserê han gilîname li ser 15 kesan tomarkirine û dinêjin, ku arîşeyeka komelayetî (civakî) di navbera wan de hebûye.
