Li Amedê xwepîşandanek li dijî PKKê hate organîze kirin
Malbetên ku zarokên wan hatine refandin xwepîşandanek li dijî PKKê organîze kirin.
Di vê derbarê de çavkaniyên nûçeyan yên li Bakûrê Kurdistanê belav kirin ku ev malbetên ku zarokên wan bi hinceta seyarên ji çiyayan re hatine şandin û ji aliyê PKKê ve hatine refandin xwepîşandanek organîze kirin.
Çavkaniyên han eşkere kirin ku ev malbet li berdem Şardariya mezin ya Amedê xwepîşandan kirine û daxwaza wegerandina zarokên xwe ji PKKê kirine.
Malbetên han eşkere kirine ku heta zarokên wan neyên azadkirin dev ji çalakî û xwepîşandana xwe ber naden.
