• Saturday, 14 February 2026
logo

Hikûmeta Tirkiyê û HDP: Divê pêvajoya aştiyê berdewam bibe

Hikûmeta Tirkiyê û HDP: Divê pêvajoya aştiyê berdewam bibe
Şanda HDPê ku ji cîgirê hevserokê HDPê Sirî Sureya Onder û wekîlên koma partiyê li Parlamentoya Tirkiyê Perwîn Buldan û Îdrîs Baluken pêk tê ku bi rêberê PKKê Abdullah Ocalan re di 26ê nîsanê li girava Îmraliyê de hevdîtinan pêkanîn û roja 17ê gulanê li çiyayê Qnedîlê bi berpirsên KCKê re jî li ser nêrîn û helwestên Ocalan û hikûmeta Tirkiyê hevdîtin kirin, roja 20 gulanê jî bi komîteya berpirsa pêvajoya aştiyê ya hikûmeta Tirkiyê re civiya.

Şanda HDPê ku bi cîgirê serokwezîrê Tirkiyê Beşîr Atalay û wezîrê dadê Bekîr Bozdag û wezîrê karê hundir Afkan Ala re nêzîkî saetekê û pênc deqeyan hevdîtin pêk anî, piştî ji civînê derketin agahî derbarê wê civînê de dan raya giştî.

Sirî Sureya Onder ji raya giştî re diyar kir ku wan li ser geşadanên vê dawiyê yên li dijî çêkirin û avakirina qereqol û qeleqolan û rewşa pêvajoya aştiyê gotûbêj kirin.

Onder got “hevdîtinên me bi berpirsên hikûmetê re di çarçoveya pêvajoya aştiyê de bû, me li ser geşedanên vê dawiyê û tiştên ku pêwîste bê kirin axifîn û her du alî destnîşan kirin ku qonaxa borî ku bê şer derbas bûye, pêwîste bê parastin û berdewam bibe, herwiha me ramanên rêberê PKKê Abdullah Ocalan û yên berpirsên KCKê û nêrînên saziyên sivîl derbarê pêvajoyê de bi hikûmetê parve kir”.

Onder destnîşan kir ku ev civîn yek ji civînên rotînî yên bi hikûmetê re tên kirin in û got ku wan nêrînên hikûmetê derbarê pêvajoyê de jî guhdar kirin, hikûmetê jî ji wan re daye xuyakirin ku ew ji bo amedekirina jêrzemîneke qanûnî ji pêvajoyê re dixebitin.

Li ser pirsa ku ewê kengî biçin Îmraliyê Sirî Sureye Onder got ku tê çaverêkirin ew di dawiya vê heftiyê yan heftiya bê de biçin girava Îmraliyê.

Li aliyekî din Îdrîs Balûken jî derbarê hevdîtinê de diyar kir ku wan bi berpirsên hikûmetê re li ser rewşa pêvajoya aştiyê danûstandin kirin û rewşa ku ev qonaxa aştiyê gihiştiyê nirixandin.

Balûken herwiha got ku wan hevdîtinên Qendîlê kirin û dîsa helwestên gelek saziyên sivîl derbarê van geşedanên dawî û pêvajoya aştiyê de ji nûnerên hikûmetê re ragihandin û wê ev hevdîtin di rojên bê de dîsa berdewam bibin.

Rudaw
Top