Li Amerîkayê têbînî li ser têkiliyên YNK’ê hene
Li gor çend çavkaniyên agehdar, Koşka Spî daxwaz ji Kongresê kiriye ku hebûna navê PDK û YNK’ê di lîsteya terorê de di ber çavre derbas bikin, lê hinek endamên kongresê têbîniya wan heye li ser têkiliyên YNK bi Îranê re û piştgirya wê ji PYD û PKK’ê re, herwiha danûstandina wê ligel dosya Sûriyê.
Li gor zanyariyên BasNewsê, pirsa şopandina man û derxistina navê PDK û YNK ji lîsteya terorê li Amerîka gavên baş hatine avêtin, li ser vê pirsê jî Serokê Ajansa Parastina Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel çend navendên biryardanê yên Amerîka civiya ye, herwiha wan navendên biryardanê ew têbîniya hinek endamên kongresê û pisporan li ser têkiliyên YNK bi Îran, PYD û PKK’ê re gihaninde PDK û YNK, ji ber ku têkiliya bi wan aliyan re hestiyar e li cem Amerîkayê.
Cîgirê Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Karwan Cemal ji BasNewsê re aşkere kir ku piştî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî serdana xwe ya bo Amerîka paş xist wek nerazîbûnekê li ser pirsa dernexistina navê YNK û PDK’ê ji lîsteya terorê, hinek senatorên Amerîkayê niha kar kirin bo derxistina navê herdu partiyan ji nav grûpên çekdar ên di pileya sêyem de ji lîsteya terorê de tên, herwiha yasayek taybet bi vê pirsê bişînin Kongresê da kom dengiyek li ser derxistina navê PDK û YNK ji lîsteya terorê ya Amerîkayê derkeve holê.
Karwan Cemal wiha axifî: “Navê her aliyekî ji wan bê derxistin dê bi awayekî otomatîkî navê aliyê sêyem ji wê pênaseyê bê derxistin, ji ber ku ew yasa dibêje her grûbeke çekdar li dijî hikûmeta welatê xwe çek rakiribe ew diçe nav grûpa sêyem a lîsteya terorê û eger ew pênase bê rakirin, dê PDK û YNK ji nav wê lîsteyê derkevin.”
Basnews
