Nêçîrvan Barzanî şaredarê Londonê bo Kurdistanê vexwand
Di civînekê de ku, hijmareke berpirsên îdareya Londonê amade bûn, Biris Jonson kêfxweşiya xwe li hember serdana serokwezîrê herêma Kurdistanê û şandeya pê re bo Londonê diyar kir û hêvî kir ku, ev serdan bibe derfetek baş ji bo pêşdebirina têkeliyên her du aliyan.
Serokwezîrê Kurdistanê û şaredarê bajarê Londonê mijarên mîna; derfetên karî û hilbirînê li herêma Kurdistanê bo karsaz û sermayedarên Londonê, xurtkirina têkeliyên navbera Hewlêr û Londonê, kar û pirojeyên şirket û kompaniyên birîtaniyayî yên ku li herêma Kurdistanê kar dikin û sudwergirtin ji tecrûbeya Londonê a di warên cuda de hatin gotûbêj kirin.
Nêçîrvan Barzanî xwesteke hikûmeta herêma Kurdistan a ji bo xurtkirin û berfirehkirina têkeliyên di warên cuda de bi Birîtaniyayê re nîşan da û tekîd li ser têkeliyên raste-rast yên navbera London û Hewlêrê kir û ji bona vê yekê jî Nêçîrvan Barzanî şaredarê Londonê û heyeteke karsaz û bazirganên bajêr ji bo serdana Kurdistanê vexwandin daku, baştir û ji nêzîk herêma Kurdistanê nas bikin.
Weke kut ê zanîn şandeya digel Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê ji Aşitî Hewramî wezîrê samanên xwezayî, Elî Sindî wezîrê pilandananê, Kameran Ehmed wezîrê avadankirin û akincîkirinê, Qubad Telebanî berpirsê fermangeha hevahengî û dûvçûnê a ser bi civata wezîran ve, Sefîn Dizeyê peyvdarê hikûmeta Kurdistanê û Felah Mistefa berpirsê tîkeliyên derve pêk tê.
