• Saturday, 14 February 2026
logo

Pira kevnar a Barandûza Urmiyê herifî

Pira kevnar a Barandûza Urmiyê herifî
Hat ragehandin ku pira ser rûbarê Barandûza bajarê Urmiyê ji ber xemsariya Wezareta Eserên Dîrokî û Kulturî ya Komara Îslamî ya Îranê herifiye.

Li gor medya Îranê, ji mêj da egera herifîna pirê hebû. Pira Barandûzê vedigere serdema desthilatdariya Qacariyan û ji şeş çavikên mezin û pênç taqên biçûk pêk tê, dirêjiya wê çar metr û paniya wê pênc metr e. Pir dikeve ser cadeya Şino-Urmiyê.

Li gor hinek çavkaniyan, sedema herifîna pirê barîna zêde ya baranê û rabûna ava rûbar e. Hêjayê gotinê ye xelkê herêmê û parêzvanên eserên dîrokî, di nameyekê de ji fermandariya bajarê Urmiyê xwestibûn ku pir bê restore kirin. Lê ew yek pêk nehat heta ku pir herifî.

Basnews
Top