• Saturday, 14 February 2026
logo

Gorran deng nade Qubad Talebanî

Gorran deng nade Qubad Talebanî
Biryar e îro Parlamentoya Kurdistanê civîneke li dar bixe û tê de serokwezîr û cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi nav bike.


Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, parlamenterên Tevgera Gorranê wê deng nedin namezedê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji bo posta cîgirê serokwezîr Qubad Talebanî.


Parlamenterên Gorranê derbarê vê yekê de ji peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê re gotin ku “ji ber sextekariyên di hilbijartinan de li Silêmaniyê û herwiha ji ber ku parlamenterên YNKê deng nedan nazmedê Gorran ji bo serokatiya parlamentoyê, lewra ewê deng nedin Qubad Talebanî”.


Civîna Parlamentoya Kurdistanê wê saet 11ê berî nîvro bê lidarxistin û tê de wê çend proje yasa bên xwendin.

Rudaw
Top