• Saturday, 14 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî û wezîrê derve yê Berîtanya civiyan

Nêçîrvan Barzanî û wezîrê derve yê Berîtanya civiyan
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û wezîrê derve yê Berîtanya William Hague li hev civiyan û derbarê têkiliyên navbera her du aliyan de gotûbêj kirin.

Nêçîrvan Barzanî bi hevaltiya şandekê li ser vexwendina wezîrê derve yê Berîtanya, roja yekşemê 18/5/2014 gihişte Londonê.

Duh Nêçêrvan Barzanî di destpêka serdana xwe de ligel William Hague civiya. Di civînê de Hague ev serdan wek rengvedanekê ji bo têkiliyên germ ê di navbera Berîtanya û Herêma Kurdistanê de da zanîn.

Wezîrê derve yê Berîtanya got ku hikûmeta welatî wî dixwaze têkiliyên xwe ligel Herêma Kurdistanê bihêztir bike û pîrozbahî li serokwezîr Barzanî kir ji bo wan pêşketinên ku li Herêma Kurdistanê bi dest hatine.

Di civînê de rewşa Iraqê, proseya siyasî, hilbijartin, avakirina hikûmeta nû ya Iraq û Herêma Kurdistanê û girîngiya beşdariya hemû aliyên Kurdistanê di hikûmetê de, têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê, rewşa mafên mirovan li Iraq û Herêma Kurdistanê, pêşhatên navçeyê û rewşa koçberên Rojavayê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.

Her di civînê de vekirina xetên asmanî yên rasterast di navbera Hewlêr û Londonê de hat behskirin.
Top