Amerîka destêwerdanên di xwepêşandêrn Somayê de şermezar dike
Berdevka wezareta derve ya Amerîka Jen Psaki di kongreyeke rojnamevaniyê de diyar kir ku ew wan li vîdyoya ku serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan bi şeqmekî li hemwelatiyekî Tirkiyê dixîne pir tamaşe kiriye, lê baş ne diyar bû.
Psaki got ku tevî ku bûyera şeqamê baş nediyar bû, lê ew detêwerdana li dijî xwepêşanderan ne di ciyê xwe de bûn û ew şermezar dikin.
Psakî ragihand ku ew hêvî dikin ku ji bo karesta Somaya Manîsayê pêvajoyeke hiqûqî destpêbike û kesên berpirsyar jî hesabê bidin.
Jen Psakî destnîşan kir ku wan dema ku ew karesata ku 301 karkerî jiyana xwe tê de ji dest dan ragihandin ku Amerîka ji bo alîkariyê amade ye û niha jî ew dibêjin ku çi pêwîst bike ew dîsa amade ne.
Medyaya Tirkiyê vîdyoyek belav kir ku Erdogan tê de bi kolma li xwepêşanderekî li Somayê dixe û dijûnan bo wî dibêje.
Rudaw
