Îran daxwaza Radestkirina Mucahidînên Xeliq Ji Iraqê Dike
Serokê desthilatdarîya dadwerîya Îranê Sadiq Larîcanî dixwaze, ku li angora rêkevtinnameya dadwerîyê ya navbera Îranê û Iraqê, endamên rêxistina Mucahidînên Xeliq radestî Îranê bihên kirin.
Weha jî da zanîn, ku ew çaverêy ewê yekê ji Iraqê dikin, ku ewan kesan radestî Îranê bike, ji bo ku bi awayekî wekhevî bihên dadgehî kirin.
