Nêçîrvan Barzanî ligel rayedarên Brîtaniya dicive
Li gor daxuyaniyekek Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî wê îro, Duşem, ligel hejmarek wezîr û berpirsên hikûmeta Brîtaniya bicive.
Herwiha ligor wê daxuyaniyê, dê di van hevdîtinan de têkiliyên navbera Hewlê û Londonê de di warên bazirganî, aborî, alîkariya di warê enerjiyê de û çawanya pêşvebirina van têkiliyan, bên gotûbêj kirin.
Serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê du rojan dirêj dike, şanda ligel jî ji van berpirsan pêkhatiye: Wezîrê Çavkaniyên Sirûtşî Aştî Hewramî, Wezîrê Pilandananê Elî Sindî, Wezîrê Avakirin û Niştecîbûnê Kameran Ehmed, Serokê Desteya Weberhênanê bi wekaletk Qubad Talebanî, Berdevkê Hikûmetê Sefîn Dizeyî, berpirsê fermangeha têkiliyên derve ya hikûmetê Felah Mistefa û hejmarek ji şêwirmendan.
Rudaw
