• Saturday, 14 February 2026
logo

Nerînên cuda li ser referandûma Kurdistanê

Nerînên cuda li ser referandûma Kurdistanê
Piştî civîna Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel aliyên siyasî yên Kurdistanê û biryardan li ser encamdana referandûmê li ser pirsa beşdarî yan beşdarnebûna Kurdan di hikûmeta dahatû ya Iraqê de, nêrînên cuda li ba mamosteyên zanîngeh û çavdêrên siyasî yên Herêma Kurdistanê çêbûn.

Li gor mamosteyên zanîngehan û çavdêrên siyasî yên Herêma Kurdistanê, pêwist e vê carê Kurd an beşdarî hikûmeta dahatû ya Iraqê nebin an jî eger beşdar bûn, demek were diyarkirin bo cîbicîkirina daxwazên Herêma Kurdistanê, eger hat û ew daxwaz nehatin cî bi cîkirin jî bila Kurd dest ji Bexdayê berdin û xwe birêve bibin û Bexdayê ji aliyên din re bihêlin.

Endamê berê yê Parlamentoya Iraqê Ebdulselam Berwarî, wê pêngava Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û aliyên siyasî bo yekbûna hewlesta Kurdan li Bexdayê girîng dibîne û li gor wî, evna take rê ye ku Kurd karibin xwe li himber Bexdayê bihêz bikin.

Mamosteyê zanîngehê û parlamenterê berê yê Iraqê Sîrwan Zehawî li ser dema lidarxistina wê civînê dibêje ku civîn di dema xwe ya maqûl de hat lidarxistin û got: “Pêwîste hemû aliyek çi ragehandin, çi aliyên siyasî, mamosteyên zanîngehê, rewşenbîr û cemawerê Kurdistanê piştgiriya vî karî bikin.”

ji aliyekî din ve Salih Mele Omer, mamosteyê beşa zanistên siyasî li Zanîngeha Selahedîn, amaje bi wê yekê kir ku rewşa niha ya Herêma Kurdistanê wiha dixwaze aliyên Kurd yekdeng û hevgirtî bin li himber Bexdayê û wiha axifî: “Ew civîna Serokê Herêma Kurdistanê ligel aliyên din hestê wan aliyan bo beşdariya Kurd wek hevbeşekî rasteqîne li Iraqê derdixe holê.”

Li ser pirsa encamdana referandûmê li ser mana Kurdan ligel Bexda yan cudabûnê, Salih Mele Omer got: “Pirsa encamdana referandûmê li Herêma Kurdistanê heta mekanîzma bên danîn li ser çawahiya mana Kurdan li Iraqê, di pêşerojê de dibe guşarek li ser wî kesê ku hikûmetê pêk bîne, da daxwazên Kurdan cîbicîh bike.”

Li gor Mele Omer, gelek kertên zextê di dest Kurdan de hene û vê carê dikarin heta ku garantiyek baş wernegirin wezîr û parlamenterên xwe neşînin Bexdayê, wê demê jî dê Kurdistan wek delwetekê di nava dewletê de be û ew jî pêşveçûne ber bi konfederalî û serbixweyî yê.

BasNews
Top