Nêçîrvan Barzanî bi serokatiya şandeyeke hikûmeta Kurdistanê ber bi Birîtaniyayê bi rê ket
Samî Ergoşî sekreterê rojnamevaniyê serokwezîrê Kurdistanê di daxuyaniyekê de ji malpera hikûmeta herêma Kurdistanê re got:
- Îro roja yekşembiyê 18ê gulana 2014ê, li ser vexwandineke fermî a hikûmeta Birîtaniyayê, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê bi serokatiya şandeyeke hikûmeta herêma Kurdistanê ku, ji Aşitî Hewramî wezîrê samanên xwezayî, Elî Sindî wezîrê pilandananê, Qubad Talebanî berpirsê fermangeha hevahengî û dûvçûnê a ser bi civata wezîrên herêma Kurdistanê, Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta Kurdistanê û Sefîn Dizeyî peyvdarê hikûmeta Kurdistanê pêk tê , ber bi Birîtaniyayê bi rê ketin.
Li gor Eroşî, Nêçîrvan Barzanî û şandeya hikûmeta herêma Kurdistanê dê di rojên duşemb û sêşembiyê de digel nezine berpirsên hikûmeta Birîtaniyayê bicive û têkeliyên navbera Kurdistan û Birîtaniyayê û çend mijarên din bi wezîr û berpirsên hikûmeta Birîtaniyayê re gotûbêj bikin.
