• Saturday, 14 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Serokê Lîsta Niştîmaniya Iraqê kir

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Serokê Lîsta Niştîmaniya Iraqê kir
Duh yekşem 18.05.2014 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Eyad Elawî Serokê Lîsta Niştîmaniya Iraqê (El Qaime El Wataniye) û şandekî li gel kir ku ji çend serkirdeyekî li nav Lîsta Niştîmaniya Iraqê pêkhatibûn.

Li hevdîtinê de pêşhatên siyasî û emniyên dawî ya Iraqê guftûgokirin û her wiha di derbarê proseya hilbijartina Encûmena Nûnerên Iraqê û derencamên wê hilbijartinê û bandora wê ya li paşarojê de li ser nexşeya siyasiya Iraqê axaftin.

Her li vê hevdîtinê de ji bilî behskirina mijarên cûr bi cûrên qeyrana siyasiya Iraqê ya li niha û çend salên derbasbûyî, her dû alî li ser ewe hevre bûn ku hilbijartin û derencamên wê derfetekî gelek baş bi gelên Iraqê û aliyên siyasiyan dide ku kar ji bo rastkirina proseya siyasiya Iraqê û çareserkirina giriftan bikin.

Top