Dr. Roj: Dê Kurd Bi Yek Deng û Yek Gotar Biçe Baxdadê
Cihgirê serokê wezîrên Iraqê Dr. Roj Nurî Şawês beşdarî di evê kombûnê de kiribû, di kongireyeka rojnamevanî de ragihand, ku kombûna serokê herêma Kurdistanê bi alîyên siyasîyên herêma Kurdistanê re bidawî bû û di evê kombûnê de biryar hat dayn, ku dê Kurd bi yek şand û yek gotar beşdariyî di guft û goyên di bareya pêkanîna hukûmeta bihê ya Iraqê de bike, ji ber ku pirsên Kurdistanê ji hemû alîyan re wek hevin.
