• Saturday, 14 February 2026
logo

Reuters: Amerîka û Îsraîl petrola Kurdistanê dikirin

Reuters: Amerîka û Îsraîl petrola Kurdistanê dikirin
Çend şirketên Amerîkî û Îsraîlî petrola xav a Herêma Kurdistanê bo welatên xwe dişînin û Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Kurdistanê red dike ku tiştekî wiha hebe.

Li gor raporteke Ajansa Nûçeyan a Reutersê ku îro belav kiriye, çend şirketên Amerîkî û Îsraîlî petrola xav a Kurdistanê dişînin welatên xwe. Li gor raportê, du hefte berî niha Amerîkayê yekem kargoya petrola Kurdistanê gehandiye welatê xwe. Herwiha di meha yekê ya îsal de jî çar kargoyên petrola xav a Kurdistanê bo Îsraîlê hatine şandin.

Di vê derbarê de çavkaniyeke taybet ji Reutersê re gotiye:’‘Evna ne cara yekem bû, havîna sala borî jî du kargoyên din ên petrola Herêma Kurdistanê bo Îsraîlê hatine şandin.’‘ Reuters li ser vê mijarê bi Wezareta Enerjiyê ya Îsraîlê re ketiye têkiliyê, lê ew amade nebûne tu daxwiyaniyekê di vê derbarê de bidin. Herwiha ligel berpirsekî Wezareta Petrola İraqê peywendî daniye û wî jî bêagahiya xwe aniye ziman û gotiye; ’‘Eger evna rast be, dibe sedema reaksyonên tund li beramber Kurdistanê.’‘

Hêjayê gotinê ye ji ber arîşeya petrolê ya navbera hikûmeta Kurdistanê û Bexdayê, hikûmeta İraqê ragehand ku Kurdistanê ji beşa petrola xwe bêbeş dike û heta niha jî meaşê meha çar a fermanberên Herêma Kurdistanê neşandiye.

Lêkolerê Jeosiyasî Ritchard Malisson jî ji rojnameya Kristal Since Monutre ya Amerîkî re gotibû: ‘‘Divê Bexda bizanê çawa desthilata xwe bikar bîne, ji ber ku hê Herêma Kurdistanê pişta xwe bi Bexdayê girê dide. Eger Bexda pêdagir be li ser danûstandina tund ligel Kurdam, dê Kurd jî karibin qumarê bi petrol xwe bikin, ew ne qumareke bi zirareji ber ku di wê demê de dê bibe alîkar bo serxwebûna wan. Eger Kurd ji Iraqê cuda bibin dê Bexda rûbirûyê cezayên aborî yên giran bibe, lewma pêwîste Bexda bizae bi awayekî baştir danûstandinan ligel Kurd bike da ku wan bêhtir gerim neke li ser girtina rêya serxwebûnê.”

Derheqa heman mijarê de Berpirsên Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Kurdistanê ji Reutersê ragehand ku nûçeya kirîna petrola Kurdistanê ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve ne rast e û dibêjin: ‘’Petrola Kurdistanê ne bi awayekî rasterast û ne jî nerasterast petrola Kurdistanê bo Îsraîl û Amerîkayê nehatiye şandin.’‘

Di daxuyaniya xwe ya dawî de, Serokê Herêma Krdistanê Mesûd Barzanî gotibû: “Kurd li gor destûrê mafê wan heye ku petrolê li gor mercên xwe yên taybet berhem bînin, biryara berhemanîna petrolê jî bêyî şêwra bi Bexdayê biryara dawî ye û veger jê nine.”

Barzanî wiha axifî bû: “Eger ew, Bexda, berdewam be li ser dijayetîkirina şandina petrol Herêma Kurditanê, em ê jî berdewam bin li ser biryara xwe, eger na bila ji mere bêjin emê riyên din bibînin û referandûmekê bikin û tiştê ku gelê Kurd bixwaze em dê cîbicîh bikin. Hemû bijarde li pêş Herêma Kudistanê ne, wek vekişîna Kurdan bi temamî ji hikûmeta Iraqê, eger ji hikûmetê jî vekişin em tu nûnerekî naşînin Parlamentoya Iraqê jî.’‘

Tê gotin ku hinardekirina-şandina petrola Herêma Kurdistanê ji aliyê şirketa Hollandî Trafigura ve hatiye kirin ku yek ji mezintirîn şirketên cîhanê ye bo veguhestina petrolê. Li gor Reutersê, Trafigura petrola Kurdistanê veguhestiya wan herdu welatan û berî niha jî petrola Kurdistanê firotiye çend welatên Ewropî.

Basnews
Top