Hejmara qurbaniyên Somayê her diçe zêde dibe
Taner Yildiz da xuyakirin ku hejmara karkerên di kaniya komirê ya li Somayê de jiyana xwe ji dest dan gihişte 282 kesan.
Yildiz bi wezîrê tenduristiyê Mehmet Muezzînoglû û wezîra polîtîkayên civak û malbatê Ayşenûr Îslam re îro danê sibê daxuyaniyek da.
Yildiz diyar kir ku heta îro saet 8ê sibehê cesedên 282 karkerên ku jiyana xwe ji dest dane ji kaniyê hatine derxistin.
Wezîrê enerjiyê yê Tirkiyê destnîşan kir ku berdewamiya şevê karên rizgarkirinê hatin kirin û wê îro tîmên rizgarkirinê derbasî du tonel û galeriyên cuda bibin. Yildiz hêvîdare ku di demeke kurt de ji van deveran encamekê bi dest bixin û xebatên xwe biqedînin û kesên ku derbikevin rewşa wan baş bin.
Wezîrê enerjiyê yê Tirkiyê da zanîn ku wan heta vê sibehê 271 cenaze radestî malbatên wan kirine.
Rudaw
