• Saturday, 14 February 2026
logo

Barzanî û Newşîrwan Mistefa îro li hev dicivin

Barzanî û Newşîrwan Mistefa îro li hev dicivin
Biryar e îro pêncşemê serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û berpirsê giştî yê Tevgera Gorranê Newşîrwan Mistefa li bajarokê Pîrmamê yê girêdayî parêzgeha Hewlêrê li hev bicivin.


Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, civîna Barzanî û Mistefa wê saet 12ê nîvro destpêbike û wê tê de pirsa avakirina kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê gotûbêj bikin.


Şanda Tevgera Gorran ku bi serokatiya Newşîrwan Mistefa ye, ji Omer Seyid Elî û Heme Tewfîq Rehîm pêk tê.

Rudaw
Top