Serokê Herêma Kurdistanê salvegera damezrandina Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê pîroz kir
Rêzdar Sekreter û Endamên Sekreteriyeta Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê
Silav û rêz
Ji bo salvegera pencih û dû saliya damezrandina Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê, pîrozbahiyekî germ pêşkêşî we û hemû mamostayên ezîzên Kurdistanê dikim û ji bo we hêviya serkeftinên zêdetir dixwazim.
Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê dîrokeke pir bi şanazî heye û rola wê ya geş ya li tevgera rizgarîxwaza gelê Kurdistanê da tu carî nayê ji bîr kirin. Bi dirêjahiya dîroka xebata rizgarîxwaza Kurdistanê, mamostayan ji bilî erkê xwe yê pêgihandina nifşên gelê me, wekî Pêşmergeyên aza û têkoşer li rêza pêş ya xebatê da bûn û bi wê navê jî dehan şehîdên nemir pêşkêşî Kurdistanê kiriye.
Niha jî ku hengaveke mezin li pêşiya gelê me ye, pêwîste mamosta bi heman ruhiyeta Pêşmergane ve li xebatê da bin û hestê nîştîmanperwerî û Kurdayetî li nav nifşên niha de pêş bixin û rê nedin hewla nehezan yê ji bo belavkirina hesta xwe bi kêm bizanin û bê îradeyî li nav zarok û gencên welatê me da serbigre.
Pêwîste mamosta wan waneyan ji zarokên me re bibêjin ku qurbaniyên gelê xwe ji bîr nekin û bi hêviyeke mezin ve berev paşarojeke bi rûmet hengavan bavêjin.
Her şad û serkeftî bin.
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
15/05/2014
