“Beşar Emîn bi cilên xewê bo Başûrê Kurdistanê hat nefîkirin”
Mihemed Îsmaîl ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku “endamê polîtbîroya PDK-Sê Beşar Emîn duh nîvê şevê ji nav mala xwe li bajarê Hesekê ji aliyê hêzeke ser bi asayişa PYDê ve hat girtin”.
Îsmaîl aşkere kir ku “Beşar Emîn îro serê sibehê zû ji aliyê wê hêza çekdarî ve di rêya Sihêla re bo Başûrê Kurdistanê hat nefîkirin”.
Îsmaîl got ku “Beşar Emîn bi cilê xewê û pêxwas û bê pêlav ji aliyê wan çekdaran ve bo Başûrê Kurdistanê hat nefîkirin”.
Mihemed Îsmaîl herwiha got ku “girtina Beşar Emîn di çarçoveya kampaniyên girtina serkirde û endamên PDK-Sê de ji aliyê asayişa PYDê ve tê”.
Serkreterê polîtbîroya PDK-Sê tevî şermezarkirina wî karî, tekîd kir ku “ev yek bi ti awayekî nakeve xizmeta yekîtiya Kurdan de”.
Piştî teqîna ku roja 9ê gulanê li bajarokê Tirbespiyê çêbû û rêveberiya kantona Cizîrê “PDK-Sê bi encamdana wê teqînê tometbar kir”, çend serkirdeyên wê partiyê li çend navçeyên Rojavayê Kurdistanê ji aliyê asayişa ku bi ser PYDê ve tê naskirin, hatin girtin.
Polîtbîroya PDK-Sê tevî redkirina wan tometan de, derbarê girtina serkirde û endamên xwe de hişyarî da û got ku “PYDê di rêya van karan re yekîtiya Kurdan perçe dike û aştiya civakî li Rojavayê Kurdistanê dixe bin metirsiyê de”.
Heta niha ne asayişê û ne jî rêveberiya kantona Cizîrê derbarê girtina Beşar Emîn û serkirdeyên din ên PDK-Sê de ti daxuyanî nedane.
Rûdaw
