Li Dêrsîmê ji bo karkerên komirê xwepêşandaneke din
Di xwepêşandana ku duh danê êvarê li navenda bajarê Dêrsîmê bi pankarta 'Dawî li kerta taybet û taşeronbûyînê bîne, ne çarenivîs e kuştina pîşeyî ye' bi rê ve çû de digel hevşaredarê Dêrsîmê Mehmet Alî Bûl, Alîkarê hevşaredaran Huseyîn Tûnç, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî bi hezaran niştecihên bajêr beşdar bûn.
Xwepêşana ku li Kolana Hunerê destpêkir li Meydana Seyîd Riza bi dawî bû. Li vir nûnerên sendîkayan û nûnerên partiyên siyasî têkildarê karesata kanzayî daxuyanî dan.
Xwepêşanderan gelek caran dirûşmeya 'Ev ne qeza ye, ev mirovkujî ye' berz kirin.
Li meydanê destpêkê Nûnerê Genel-Îş a ser bi DÎSKê yê Dêrsîmê Hasan Çîçek axivî û daxuyand ku bûyera li Manîsayê “afateke sirûştî nîn e”.
Çîçek wiha domand: “Hinek ji vê bûyerê re dibêjin qeza, lê ev ne qeza ye. Ev komkujiyek e ku hatina wê ji berê ve diyar bû. Kiryarên vê komkujiyê, pêkhênerên kerta taybet û taşeroniyê ne. Rêveberiya van qadên ku bi salan ji aliyê rêveberiya mîrî ve pêk hat, piştî ketin destê kerta taybet, rêjeya bûyer û rûdanên kar gihêşt asteke metirsîdar. Di navbera salên 2002 û 2011an de di kanzayên komirê de rêjeya bûyerên kar ji sedî 40 zêde bû. Sedemê vê yekê kerta/sektora taybet e." Herçend Çîçek sedemê zêdebûna rêjeya bûyerên kar di rêza yekem de 'kerta taybet' destnîşan bike jî heta hikûmetê çendîn sedem û hokarên din jî da dûhev”.
Di çalakiyê de Serokê Partiya Kedê (EMEP) ya Dêrsîmê Mûstafa Taşkale, Serokê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) a Dêrsîmê Alî Ekber Kaya û Hevserokê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) a Dêrsîmê Ergîn Dogrû têkildarê bûyera Somayê daxuyanî dan.
Dogrû got ku dîsa xwîn ji dilê wan diçe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di rastiya xwe de êdî ev erdnîgariya nasê xwînê ye. Lê em dibêjin êdî bes e. Di kanzayan de em dimirin, li çiyan em dimirin, di îşkencexaneyan de em dimirin. Ji van sermayedaran re em dibêjin, êdî bes e”.
Herwiha Dogrû got ku divê ji wezîrê kar û xebatan, wezîrê enerjiyê heta serokwezîr hemû îstîfa bikin û dest ji erkên xwe bikişînin.
Piştî daxuyaniyan, girse hêminane belav bû.
Rûdaw
