• Saturday, 14 February 2026
logo

Civîna PDK û YNKê hat hilweşandin

Civîna PDK û YNKê hat hilweşandin
Biryar bû îro çarşemê şanda danûstandinan a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li bajarê Hewlêrê li hev bicivin, lê civîna wan hat hilewşandin.

Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li cihê ku biryar bû her du alî tê de li hev bicivin, ragihand ku li ser daxwaza YNKê civîn hat hilweşandin û dibe ku YNKê li nav xwe li hev nekiribin.

Endamê polîtbîroya PDKê Mehmûd Mihemed di kongreyeke rojnamevaniyê de bal kişand ku heta niha YNKê li ser namzedê xwe ji bo posta cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê li hev nekirine.

Mihemed diyar kir ku YNKê endamê polîtbîroya xwe Îmad Ehmed şandiye û daxwaza lêborînê kiriye.

Mihemed ew zaniyarî red kirin ku dibêjin PDKê pêşniyar kiriye ku dezgeha asayişê bibe wezaret.

Rudaw
Top