Alîgirên Esed çalakiyek li Qamişlo li dar xistin
Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Qamişlo ragihand ku çalakiya alîgirên Esed saet 10ê sibehê bi amadebûna parêzgarê Hesekê û fermandarê hêzên polîsê parêzgeha Hesekê destpêkir û heta saet 4ê êvarê berdewam dike.
Di çalakiyê de ku li ber navenda kultûrê li nav çargoşeya ewlekariyê ya Qamişlo birêveçû, Erebên eşîrtetên Tey, el-Mislit, Begare û Bûmihyeş beşdar bûn û tê de siloganên ku piştgiriya Esed dikin hatin avêtin.
Peyamnêrê Rûdawê herwiha got ku di çalakiyê de çadir hatin vedan û li ser hisabê şêxê eşîreta Tey, Mihemed el-Faris ku wek fermandarê çekdarên alîgirên rejîmê li Qamişlo tê naskirin, xwarin ji xelkê re hat amadekirin.
Li derdora cihê çalakiyê, hêzên ewlekariya rejîmê bi awayekî berbiçav belav bûbûn û her kesê ku tevlî çalakiyê dibû dihat teftîşkirin.
Roja yekşemê ya borî jî alîgirên Esed xwepêşandanek li bajarê Qamişlo li heman navçeyê li dar xistibûn.
Rudaw
