Nêzîka 1000 Pêşmerge li fewca nû tên damezrandi
Di vê derbarê de Qeymeqamê Qezaya Şingalê Meyser Hecî Salih got ku ew fewca biryar e were pêkanîn ne kêmî 500 kesî debe û egere heye bigihe 700 heta hezar kesî.
Meyser Hecî Salih wiha axifî: ‘’Em hêvîdar in ew fewc zû were pêkanîn. Herwiha ew fewc dibe derfeteke baş a kar bo ciwanên Şingalê û rêjeya bêkariyê jî kêm dike. Ji ber niha gelek ciwan piştî ku ji ber êrîşên terorîstan navçeya Rebîe ya Mûsilê bicîh hişitin, bêkar in û li mal rûniştine.’‘
Hêjayê gotinê ye ji ber êrîşên berdewam ên grûbên radîkal ên Îslamî bo ser mal û canê wan, bi sedan malbatên Kurd ên Êzdî ji navçeya Rebîe ya Mûsilê ber bi Şingalê ve koçber bûne û rewşa wan xirab e.
Berî bi du-sê rojan jî Kurdên Êzdî ên navçeyên derdora Mûsilê piştî kuştina wan hevwelatiyên Êzdî di xwepêşandanekê de daxwaz ji aliyên peywendîdar kirin ku tedbîrên cidî werbigirin û can û malên wan biparêzin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî biryara pêkanîna hêzeke taybet bo Kurdên Êzdî li bajarokê Şingalê dabû. Herwiha hat ragehandin ku ew hêza han dê ji Kurdên Êzdî yên navçeyê were pêkanîn ji ber ew baştir deverê dinasin û dikarin kontrol bikin.
Kurdên Êzdî herî zêde li parêzgeha Mûsil û Duhokê dijîn. Tê gotin ku hejmara Êzdiyên li Iraq û Herêma Kurdistanê 500 hezar e. Di demên dawî de ji ber êrîş û şer hinek malbatên Êzdiyan koçî welatên Ewropayê kirin.
Basnews
