• Saturday, 14 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Adil Ebdulmehdî kir

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Adil Ebdulmehdî kir
Îro sêşem 13.05.2014 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Adil Ebdulmehdî serkirdeyê Encûmena Bilinda Îslamî ya li Iraqê kir.

Li hevdîtinê de pêvajoya siyasî û emniya Iraqê xistin ber behs û guftûgoyan û behsa proseya hilbijartina Encûmena Nûnerên Iraqê li 30 ê nîsana derbasbûyî kir û birêz Adil Ebdulmehdî wêneyekî giştî ya proseya hilbijartinê ya li Başûrê Iraqê ji bo Serok Barzanî xisterû. Her wiha behsa çawayiya birêveçûna hilbijartin û pêşbîniyên encama hilbijartinê kirin.

Her li vê hevdîtinê de paşaroja siyasiya Iraqê li jêr ronahiya encamên hilbijartinê hatin nirxandin.

Top