• Saturday, 14 February 2026
logo

ENKS ji EGRK dixwaze ku sînorekî ji karên asayişa PYD re dane

ENKS ji EGRK dixwaze ku sînorekî ji karên asayişa PYD re dane
Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) ku ji çendîn partî, hevrêz û kesayetiyên serbixwe pêk tê, di daxuyaniyekê de bang li Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) kir ku sînorekî ji kiryarên hêzên asayişê yên ku bi neperpirsyare wesif kirin dayne.

ENKS ragihand ku wê her dem xwestiye kar ji bo peydakirina geşûhewaya hetêgihiştin û hevkariyê di navbera her du Encûmenên Kurd de bike û heta dikarin ji alozî û hevrikiyê dûr dikevin û daxwaz li EGRK, ku bi şêweyekî sereke ji Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û saziyên bi ser ve û çend partiyên din ên kurd pêk tê, kir ku di vê derbarê de alîkariyê bi wê re bikin.

Daxuyaniya ENKSê bal kişand ser girtina çendîn hemwelatiyan ku bi pirraniya xwe endamên Partiya Demokrata Kurdistanê-Sûriye (ENK-S) ne û cihê xwe di desteyên cuda yên vê partiyê de dikirin û di navde jî endamê komîteya navendî, ku piştî teqîna Tirbespiyê hatiye girtin û herwiha qedexekirina vegeriyana sekreterê partiya navborî Siûd Mela bo Rojavayê Kurdistanê û ev kiriyar weke kiryarên nebirpirsyare ji aliyê asayişê fe wesif kirin.

ENKSê tekez kir ku ewê her dem kar ji bo yekhelwestî û yekrêziya kurd û xweşkirina geşûhewaya pêwendiyan kar bikin û bang li Encûmena Gel kir ku sînorekî ji van kiryarên zerekar ên nayên qebûlkirin deynin û tevahiya girtiyên partiya Demokrata Kurdistanê-Sûriye li hemû deveran serbest berdin.

Rûdaw
Top