• Saturday, 14 February 2026
logo

Cerba: Eger Esed xwe kandîd nekiriba wê kandîdê me heba

Cerba: Eger Esed xwe kandîd nekiriba wê kandîdê me heba
Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyon Sûriyê, Ehmed Asî el-Cerba ragihand ku eger Beşar Esed xwe ji bo hilbijartinên serokomarî li Sûriyê kandîd nekiribe, dê opozîsyonê kandîdekî xwe diyar kiriba.

Di hevpeyvînekê de ligel televîzyon el-Hurra, ku zaniyarî li ser hatine belavkirin, Ehmed Cerba li ser serdana xwe bo Amerîka axivî û diyarkir ku wî daxwaza alîkariya çekdarî ji Amerîka kiriye, di himber de jî rayedarên Amerîka helwesteke nerim li himber vê daxwazê anîne ziman.

Herwiha Cerba got ku rejîm bajaran dorpêç dike heta ku xelkên wan bajaran dane li pêş du bijardeyan yan mirin yan jî derketin, herwiha hêvî xwest ku rêkeftina Humsê li ti navçeya din neyê kirin ji ber ku tenê yek xala wê rêkeftinê ya erênî hebû ew jî “Derketina welatî û leşkeran bi silametî” bû.

Derbarê hilbijartinên serokomarî de li Sûriyê, ku birayre 3ê Hizêranê birêve biçin, serokê hevpeymaniyê got ku eger Esed xwe kandîdî nekiriba û kesekî din ji bilî “Kesên ku destê wan di kuştina Sûriyan de hene” kandîd kiriba wê demê dê opozîsyinê hizra diyarkirina kandîdekî xwe bo posta serokatiya Sûriyê kiriba.

Li ser Artêşa Azad a Sûriyê jî, Ehmed Cerba diyarkiri ku hêza miyanrew li Sûriyê Artêşa Azade û ne ji berjewendiya welatên rojava û Amerîlka ye ku hêza wê artêşê li ser xaka Sûriyî kêm bibe, herwiha da zanîn ku Artêşa Azad çavlirêy çekên pêşketî ji Amerîka û dostên Sûriyê ye da ku desthilat û kontrola xwe li sre xak bisepîne û rê nede ti grûpên din ku dest anin li ser navçeyên li Sûriyê.

Cerba balkişandiye li ser egera lidarxistina kongreya Cenêv-3 jî û dibêje “Lidarxistian wê kongreyê piştî xwekandîd kirina Esed, dûre, alternatîv niha guhertina hevkêşeya hêze li ser erdê da ku rejîm neçar bibe ku çareseriya siyasî ne çareseriya leşkerî ye.”

Li ser raportên ku amaje dikin ku hêza Artêşa Azad a Sûriyê li ser erdê kêm bûye, Cerba wiha got: “Em li ser xakê hene, lê pêdiviya me bi alîkariyê heye da ku em hêza xwe li ser erdê xurtir bikin, li vê de jî rola Amerîka û dost û hevalan tê, eger dixwazin alîkariya laşekî siyasî-leşkerî hevgirtî û bihêz li dijî rejîm û terorê bi hev re, ev laşê han yê raste” wek amajeyek bo Artêşa Azad a Sûriyê.

Derbarê rêxistinên radîkal ên mîna Cebhet el-Nûsre û rêxitsina bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) Cerba diyar kir ku cudahiyek di navbera Cebhet el-Nûsre û DAÎŞ de heye “El-Nûsre şerê rejîmê dike û gelek pakrewan di vê barê de dane, lê DAIŞ şerê rejîmê nekir û şerê Artêşa Azad kir, lê Cebhet el-Nusre ne ji me ye û ne em bê îtiraf dikin û ne jî ew bi me îtiraf dike.”

Rûdaw
Top