• Saturday, 14 February 2026
logo

Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê dest ji kar berdide

Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê dest ji kar berdide
Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê Ceifer Îbrahîm, ku di heman demê de endamê polîtburoya PDKê ye jî, dest ji karê xwe berda.

Parlamentoya Kurdistanê di civîna roja 29ê Nîsana îsal de desteya serokatiya xwe hilbijartibû ku endamê polîtburoya PDKê Ceifer Îbrahîm jî wek cîgirê serokê parlamentoyê hatibû hilbijartin.

Lê li gorî rêkeftina navbera PDK û YNKê li ser parvekirina pişkên hikûmeta nû cîgirê serokê parlamentoyê dê bibe pişka YNKê.

Li gorî agahiyên Rûdawê, yek ji namzedên herî bihêz ên YNKê bo vê yekê Bêgerd Talebanî ye.

Berpirsekî PDKê ji Rûdawê re got, di çend rojên bê de Ceifer Îbrahîm dê destjikarberdana xwe pêşkêşî serokatiya parlamentoyê bike.

Wî berpirsê PDKê her wiha da zanîn, parlamenterê PDKê Nûrî Heme Elî jî destjikarberdana xwe pêşkêş kiribû lê nehatiye qebûlkirin.

Rûdaw
Top