• Saturday, 14 February 2026
logo

Yaşar Kaya: HDP bê rêbaz e

Yaşar Kaya: HDP bê rêbaz e
Serokê Partiya Keda Demokratîk (DEP) yê berê Yaşar Kaya ragihand ku, siyaseta ku perlementerên HDPê dikin siyaseta kolan û navçiyan û bê rêbaz e, ne siyaseta hemû gelê kurde.

Kaya di hevpeyvînekê li gel rojnameya Radîkala Tirkiyê de got, bavê hevserokê HDPê Ertugrul Kurkuçû, yek ji kujerên kurdan bû, bi komeleya Îtîhad û Tereqî ya njiadperest bû, û di komkujiya Amedê û Koçaliyê beşdar bûbû.

Yaşa Kaya diyar kir ku, eger partiya AKPê jê bixwaze ku di nav wan de siyasetê bike ewê razî bibe, lê bawer nake ku wî bihêlin.

Serokê DEPê yê berê Kaya, axaftinahevseroka şaredariya Amedê Gultan Kişanak derbarê girtina para şaredariyê ji pereyên petrol parêzgehê de dibêje, ew bê wateye.

Kaya da zanîn ku, divê gelê kurd mafên xwe bistîne, êdî ev bi şaredariyan pêk tê yan bi federesuonê, yê pêwîste ewe ku heman tişt û mafên ku gelê Tirkiyê standiye, bistîne, û wek hevbin.

Yaşar Kaya anî ziman ku, Ahmet Turk siysetmedareke ne PKKeyî ye, lê tev wan dimeşe, û Salahedîn Demîrtaş jî siysetmedarekî başe, lê berteref kirin.

Wek tê zanîn Yaşar Kaya piştî 21 salî roja 17 nîsanê vegerî Tirkiyê.

Rûdaw
Top