Ahmed: Seredavên hûr û giring li ser kiryara terorsîrya Xaneqînê bi dest ketine
- Terorîst dixwaz in bi van kiryarên xwe yên reş û nemirovane kurdistanîbûna Xaneqînê ji holê rakin. Her çiqas ew kiryara terorîstî karesatek mezin bû, lê di dîroka miletê me de karesatên mezintir bi ser gelê Kurdistanê de hatine. Kiryarên bi vî awayî me li ser xebatkirinê sar nakin lê belê ew, ji bona bidestveanîna mafên rewayên gelê kurd zêdetir me gerim dikin. Roja dengdanê xelkê Xaneqînê heyva xwe hiland û ji bo hemû aliyan îspat kir ku, Xaneqîn beşeke ji Kurdistanê ye û vê serkeftinê beşek ji birînên me çak kirin.
Di bersiva pirsên rojnamevanan de, Îmad Ehmed cîgirê serokwezîrê herêma Kurdistanê got ku, seredavên hûr û giring li ser encamderên wê kiryara terorsîrî bi dest wan ketine û çend kesek jê hatine girtin û îtîraf bi encamdana wê kiryara terorsîtiya bajarê Xaneqînê kirine.
Krg.org
