Kampanyaya hilbijartinên serokatiya Sûriyê bi fermî dest pêkir
Tevî vê yekê jî serokê Sûriyê Beşar Esed kampanyaya xwe ya hilbijartinê berî dema diyarkirî dest pêkir û li ser Facebook, Instagram û Twitterê rûpelên bi navê Sewa wate em bi hev re hatin çêkirin lê karnameya wî bo hilbijartinan hêj nehatiye eşkerekirin.
Kampanyaya hilbijartinan jibilî promosyona li ser torên civakî, lidarxistina festîvalên cemawerî jî li xwe digire lê çavdêr dibêjin ku televîzyona fermî ya Sûriyê rê nade her du rikberên Esed ên tê gotin ku beşdarbûna wan di hilbijartinan de tenê weke lîstokekî ye, propagandaya xwe bikin.
Ji aliyekî din ve bi hezaran kes vegeriyan malên xwe li Humsa kevnare piştî ku çekdarên opozîsyonê li gorî agirbesteka bi rejîmê re ji wan deveran derketin û tevî ku hikûmeta Sûriyê ji xelkê Humsê xwest ku milkiyeta xwe ji malan re bi rêya belgeyan piştrast bikin lê hat ragihandin ku gellek mal hatin talankirin.
Hin çavdêr di wê baweriyê de ne ku derketina çekdarên opozîsyonê ji Humsa dorpêçkirî weke serketineke moralî ji Esed re tê û bi taybet ji ber nêzîkbûna dema hilbijartinan lê nehatiye zanîn ka wê Beşar Esed vê carê jî serdana Humsê bike weke ku serdana Baba Emir di sala 2012an de kir yan na.
Hêjayî gotinê ye ku Beşar Esed îsal û par serdana deverên ku leşkerên wî lê pêş dikevin kir ku cara yekem li Dareya bû û cara dawî jî li bajarokê Malûla yê ku dikeve devera Qelemonê, bû û ew jî piştî ku artêşa Sûriyê piraniya wan deveran vegerandin bin destê xwe.
Rûdaw
