• Saturday, 14 February 2026
logo

Barzanî bi şandeke YNKê re civiya

Barzanî bi şandeke YNKê re civiya
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, pêşwaziya şandeke Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi serokatiya Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl Elî kir.

Li gorî malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê, îro beriya nîvro Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, li Pîrmama Hewlêrê pêşwaziya şandek ji rayedarên pilebilind ên YNKê kir.

Li gorî nûçeyê, di civînê de behsa rewşa Kurdistan, Iraq û Rojhilata Navîn hat kirin her wiha li ser hilbijartinên 30ê Nîsana îsal ên Kurdistan û Iraqê hat axaftin.

Di civînê de hat gotin ku divê hemû aliyên kurdî li hember her cure pêşhat û guhertinên Iraqê yekhelwest bin.

Barzanî li ser encamên hilbijartinên 30ê Nîsanê jî axivî û pîrozbahî li YNKê kir ji ber pêşketina wê di hilbijartinan de.

Di beşek din a civînê de mijara pêkanîna hikûmeta Herêma Kurdistanê hat gotûbêjkirin û her du alî li ser wê yekê hevnêrîn bûn ku divê di demek zû de kabîneya nû pêk were û hemû hêzên serekî yên Kurdistanê jî beşdar bibin.

Hat zanîn, mijarek din a hevdîtina Barzanî û şanda YNKê, arîşeyên deverên Kurdistanî yên derveyî Herêma Kurdistanê bû.

Li gorî agahiyên Rûdawê, şanda YNKê ji van kesan pêk hatibû: Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûo, Berhem Salih, Berpirsê Kargêrî yê Polîtburoya YNKê Mela Bextiyar, endamên polîtburoya YNKê Omer Fetah,Hakim Qadir û Îmad Ehmed.

Rûdaw
Top