• Saturday, 14 February 2026
logo

Bereya Turkmanî encamên hilbijartinê li Kerkûkê ragihand

Bereya Turkmanî encamên hilbijartinê li Kerkûkê ragihand
Kandîdekî berya Turkmanî li bajarê Kerkûkê teqez kir ku li gorî encamên destpêkê yê cudakirina ji %90 a dengan, Kurdan heşt kursî li parêzgehê bi dest xistine û Turkmanan û Ereban jî her yekî 2 kursî bi dest xistine.

Namzetê bereya Turkmanî bo encûmena nûneran a Êraqê Necat Hisên ji Sumeriye newsê re ragihandiye ku: Li gor encamên cudakirina dengan Kurdan 8 kursiyên parlemanê bi dest xwe ve anîne ku jê 6 bo Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ne û 2 jî bo Partiya Demokrata Kurdistanê ne.

Necat Hisên got: herdu pêkhateyên Turkman û Ereb jî her yekî 2 kursî bi dest xistine.

Namzetê bereya Turkmanî got: Turkman bi du lîst beşdarî di hilbijartinan de kirine ku lîsta bereya Turkmanî ya Kerkûkê 2 kurs îbi dest xistine û lîsta hevpeymaniya Turkmanî ya Kerkûkê jî tu kursî bi dest nexistine. Aşkira jî kir ku hevpeymaniya Turkman a Kerkûkê nêzîkî 17 hezar deng anîne û negihêştiye asta kursiya parlemanê.

Xendan
Top