Emêrîka rêda bexşên siyasî bi dirav "Petkoan" bêne dan
Vê biryarê li pey xwe rê li ber gelek şîrove û gengeşeyan vekir, komîtê piştî ku kampaniya bi navnîşana "yesaya xwe çêke" birêve çû ev biryar da , ji bo rê bide ku namzet di pêşerojê de bi diravên Petkoan bexş werbigrin.
Lê komêtê ew merc dan pêşberî namzetan ku divê ew pereyên li ser enternetê weku bexş werdigrin, bikin bi dolar û bixînin bankê.
Her wiha ji bo ku hêja ev mijar zelal be komît merc danî pêşberî kesê ku bexş pêşkêş dikin karê û navnîşa xwe diyar bike.
Kampaniya yesaya xwe bi xwe çêke bi mebesta ku li Emêrîka welatî hîja bêtir beşdarî demokrasiya parlemanterî bibin hate birêve birin.
Hêjayî gotinê ye ku dirava Petkoan ji aliyê pirogramsazên Japon ve hate pêşxitin, û li ser enternetê tê bi kar anîn, her wiha hejmarek ji welatan weku Kanada û Emêrîka`yê jî danûstandinê bi vê diravê pesend dikin.
PUKmedia / Skynews
