Carek din şanda pêkanîna hikûmetê ya YNKê ligel PDKê dicive
Îro, 11.05.2014, şanda danûstadinan a YNKê bi serokatiya Berhem Salih ligel şanda danûstandinan a PDKê bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî dicive.
Ev nêzîkî 8 mehan e ku hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bidawî hatine, lê heta niha kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê nehatiye pêkanîn.
Sedema sereke jî bo paşketina pêkanîna hikûmetê ew e ku di wan hilbijartinan de nexşeya siyasî li Herêma Kurdistanê hat guhertin, bi awayekî ku PDK bû yekem, Tevgera Gorranê bû duyem û YNKê jî bû hêza sêyem.
Kêmbûna dengên YNKê di wan hilbijartinan de bû sebeba wê ku hejmara kursiyên wê kêmtir ji Gorranê bin û Gorranê şûna YNK bigire bi hejmar wezaretan û girîngiya wan wezaretan.
Ji aliyê xwe ve YNK ji destpêkê de daxwaza yek ji wezaretên ewlkariyê dikir da beşdarî hikûmetê bibe û red dikir ku Wezareta Pêşmerge bibe pişka Gorranê, lê roja 17ê Nîsanê PDK û Gorranê rêkeftina pêkanîna hikûmetê îmze kirin.
Li gorî wê rêkeftinê Wezareta Pêşmerge, ligel çend wezaretên din ên sereke, ket destê Tevgera Gorranê.
Herwiha wezareta din ya ewlekarî, ku Wezareta Navxwe ye, ma di destê PDKê de, tevî ku YNK rijd e li ser werigirtina wê, rayedarên PDK tekez dikin ku Wezareta Navxwe ya wan e û nabe bazar li ser bê kirin.
Lewma niha YNK pêşniyaz dike ku Dezgeha Asayişa Herêma Kurdistanê bibe wezaret û radestî YNK bê kirin da ku beşdarî kabîneya heştem ya hikûmeta Herêma Kurdistanê bibe.
Lê heta niha YNK helwesta xwe ji sedî 100 yekalî nekiriye ka gelo dê beşdarî hikûmetê bibe yan jî dê li derveyî hikûmetê bimîne û bibe opozîsyon.
Rûdaw
