‘Artêşa Iraqê bermîlên bombekirî li Felûce bikar tîne’
Hinek çavkaniyan ji bajarê Felûce, ku beşeke mezin jê ketiye bin destê çekdarên rêxistina radîkal a Dewleta Îslamê ya Iraq û Şamê (DAIŞ), raehandin ku ji vê sibê de operasyoneke berfireh ji aliyê hêzêzn artêşa Iraqê ve li ser bajar tê kirin.
Herwiha çavkaniyên tendirûstiyê jî aşkere kirin ku ji encama vê operasyonê 11 kesan canê xwe jidest daye, ku di nav wan de 8 ji yek malbatê ne û du zarok jî di nava wan de hene. Heman çavkaniyan diyar kirin ku niha herî kêm 20 birîndar li nexweşxaneya Felûce hene.
Ji Kanûna borî ve bajarê Felûce ketiye bin dest çekdarên DAIŞ’ê û hejmareke mezin ji welatiyên wî bajarî koçber bûne, çendîn car artêşa Iraqê jî hewl daye ku derbasî wî bajarokî bibe û wê ji bin kontrola DAIŞ’ê derxîne, lê hewlên wê serkeftî nebûn.
Ji aliyê xwe Wezareta Bergiriyê ya Iraqê di daxuyaniyekê de ragehand ku hêzên artêşa Iraqê bi tank, top û balafran dest bi operasyonekê li ser bajarê Felûce kirine ji hemû aliyên bajar ve, bo derxistina wî bajarokî ji bin kontrola DAIŞ.
Herwiha wezaretê di daxuyaniye xwe de aşkere kir ku operasyon bi hevkariya hêzên dijî terorê û hêzên Wezareta Navxwe li ser navçeyên Secir, Feahat, Neîmiye, Camîa û Cisir el-Tifaha hatiye pêk anîn. Li gor daxwiyaniya wezaretê, hêzên wan karîne gelek çekdaran bikujin û dest deynin ser hejmareke zêde ya çekên wan.
Ji aliyek din ve şahidan ji Felûce ragehandin ku balafirên artêşa Iraqê bermîlên bombekirî di vê operasyonê de bikar anîne û di encam de zerareke gelekî zêde gehiştiye malên hevwelatiyan.
BasNews
