• Saturday, 14 February 2026
logo

Gefên kuştinê li ser dîwarên çalakvanan tên nivîsandin

Gefên kuştinê li ser dîwarên çalakvanan tên nivîsandin
Di van demên dawî de nivsîandina risteyên wek gefên kuştinê li ser dîwarên mala çalakvanên ragehandinê û endamên partiyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê bûye diyardeyek ku jiyana xelkê xistiye metirsiyê.

Li her du bajarokên Girkê Legê û Çil Axa yên Rojavayê Kurdistanê, kesên nenas bi awayekî veşartî û di reşa şevê de gefên kuştinê li ser derî û dîwarên mala çalakvanên ragehandinê û alîgirên hinek partiyên Kurdî dinivîsin.

Ligel ku navçeyên Rojavayê Kurdistanê di bin kontrol asayiş û rêxistinên Partiya Yektîtiya Demokratîk (PYD) de ne, lê nivîsandin û şandina van gefan bûye diyarde û jiyana xelkê xistiye metirsyê, lê tê gotin ku heta niha ti gavek nehatiye avêtin ji aliyê asayişa PYD’ê ve daku bizane kî li pişt van gefane. Li gor çalakvanan, tê pêşbînîkirin ku ew kesên van gefên kuştinê dixwin, ji alîgirên PYD’ê bin, lê heta niha nediyare bê kî li pişt van karên wiha ne.

Wan kesên nenas, vê dawiyê li ser dîwarê mala peymanêrê televîzyona ARK li Çil Axa, Berzan Îso nivîsîbûn “Rojên te bidawî tên xayin”, herwiha li ser dîwarê ofîsa Partiya Demokrata Kurdisatnê-Sûriyê (PDK-S) jî li heman bajarokî risteya “Emê we di xendeka we de veşêrin” hatiye nivîsandin, wek amajeyekê bo xendeka ku di navbera sînorê Başûrê Kurdistan û Rojavayê Kurdistanê de tê kolandin. Çalakvan dibêjin ku ev kesên nenas di tariya şevê de van gefan li ser dîwaran dinvîsînin.

BasNews
Top