Ji nehya Rebîe 1000 malbatên Kurd ên Êzdî koçber bûne
Di vê derbarê de Endamê Fraksyona Kêmnetewên İraqê Hecî Elî Xetarî ji BasNewsê re got: ‘‘Piştî kuştina çar cotkarên Êzdî ji aliyê komên radîkal ên Îslamî ve 1000 malbatên Kurdên Êzdî ji nehya Rebîe ya ser sînorên Iraq û Sûriyê koçber bûne û ber bi Şingalê ve çûne.’‘
Xetarî wiha axifî: ‘‘Bi hezaran malbatên Êzdî salane bi mebesta cotkariyê ji Şingalê ber bi nehya Rebîa ve dicin lê neha piraniya wan malbatan ji tirsa êrîşên komên Îslamî yên radîkal mal û ajelên xwe bicîh hiştine û koçber bûne.’‘
Xetarî daxwaz ji aliyên peywendîdar kir ku pêngavên cidî bavêjin bo başkirina rewşa Kurdên Êzdî û rê li koçberiya wan bigrin. Xetarî wiha dirêjî bi axaftina xwe da: ‘’Divê di warê aborî de hevkariya wan bê kirin û li navçeya Kurdên Êzdî projeyên xizmetguzariyê werin cîbicîh kirin.’‘
Ji aliyekî din ve çavkaniyeke ewlekarî tekez kir hefteya borî du cotkarên Êzdî ji aliyê çekdarên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAÎŞ) ve li nehya Rebîe ya ser sînorê Iraq û Sûriyê hatine kuştin.
Hêjayê gotinê ye Kurdên Êzdî herî zêde li parêzgeha Mûsil û Duhokê dijîn. Tê gotin ku hejmara Êzdiyên li Iraq û Herêma Kurdistanê 500 hezar e. Di demên dawî de ji ber êrîş û şer hinek malbatên Êzdiyan koçî welatên Ewropayê kirin. Li Ermenistan û Gurcistanê jî gelek Ezdî hene. Lê belê piştî hilweşîna rejima Sowyetê gelek Êzdiyan di serî de Almanya koçî welatên Ewropayê yên cuda kirin.
BasNews
