Raporeke balkêş li ser PYD û “pêşketina wê ya jinişkê ve”
Di raporê de grûpa kirîza navneteweyî dibêje, ligel şerê navbera rêjîma Suriyê û opozsîyonê li deverên beravê, hêzên kurdî bi temamî beşekî zêde ji deverên bakûrê Suriyê (Rojavayê Kurdistanê) kontrol kirine, niha PYD û baskê leşkerî yê wê partiyê,YPG, li sê herêmên kurdî deshilatdar in.
Li gor raporê PYD ser bi tevgera çekdariya kurdên Tirkiyê, PKKê ye, her ji wê partiyê ve piştgiriya îdeolojîk û leşkerî werdigire, lê PYD nikare biryarê li ser paşeroja bakûrê Suriyê bide.
Her çiqasî xurtbûna PYDê ji nişkêve ne xeyal e, lê sedemên serketinên wê zêdetir e, ew jî ji ber pêwendiyên wê yên herêmî.
Di rapora kirîza navneteweyî de, behsa pêwendiyên herêmî yên PYDê tê kirin, û tê gotin, hevpeymaniya vekirî û eşkere di navbera PYD û rêjîma Suriyê de heye, ji ber ku rêjîma Suriyê wan dever xistiye destê PYDê, di heman demê de pştevaniya madî û îdarî li ser deverên di bin kontrola PYD de qut nebûne…
Rûdaw
