• Saturday, 14 February 2026
logo

4 Êzdî ji aliyê DAÎŞê ve li Neynewayê hatin kuştin

4 Êzdî ji aliyê DAÎŞê ve li Neynewayê hatin kuştin
Çar Kurdên Êzdî li nêzîkê gundê Keranê yê ser bi navçeya Rebîha li parêzgeha Neynewayê ve ji aliyê çekdarên tundrew yên girêdayî DAÎŞê ve hatine kuştin.

Herçar kes ligel 4 jin û şofêrê otombîlê, li gundê Keran rasî êrîşa grûpeke çekdarên DAÎŞê hatin û ew her çar kes hatin kuştin, lê jin û şofêr rizgar bûn.

Ew her çar kes ji navçeya Xanîsora Şingalê ne ku aliyên siyasî li wê herêmê hertim hişyariyê didin xelkê uo berê xwe nedin navçeya Rebîha ji ber ku DAÎŞ li wir çalak bûye.

Lê, xelkê devera Şingalê dibêjin ew ji neçarî berê xwe didin Rebîha daku li nav bax û bexçeyên wê kar bikin û debara jiyana xwe pê peyda bikin.

Rûdaw
Top