• Saturday, 14 February 2026
logo

PDK’ê biqasî dengên YNK û Tevgera Goran deng anîne

PDK’ê biqasî dengên YNK û Tevgera Goran deng anîne
Proseye veqetandin û hejmartina dengên taybet ên hilbijartinên Parlamentoya Iraqê û encûmena parêzgehên Herêma Kurdistanê, li Silêmanî, Hewlêr û Dihokê berdewam e û li gor zaniyariyan PDK bi rêjeyeke zêde li pêş hemû aliyen e.

Li gor zanyariyên BasNewsê, encamên destpêkê yên veqetandina dengên dengdana taybet heta niha bi vî awayî ne:

Parêzgeha Hewlêrê:

Heta niha 4500 dengên hilbijartina parlamentoyê ku hatine veqetandin encam wiha ne:

PDK: 3136, YNK: 118, Tevgera Goran: 117, Yekgirtû: 37 û Komel: 91 deng.

Parêzgeha Silêmaniyê:

Ji koma 3750 dengên hilbijartina parlamentoyê ku hatine veqetandin:

PDK: 67, YNK: 2105, Tevgera Goran: 1116, Yekgirtû: 116 û Komel: 72 deng.

Ji koma 750 dengên hilbijartina encûmena parêzgehê ku hatine veqetandin:

YNK: 495, Tevgera Goran: 188, Yekgirtû: 23, Komel: 14 deng û PDK: 8.

Parêzgeha Duhokê:

Ji koma 17753 dengên hilbijartina encûmena parêzgehê ku hatine veqetandin:

PDK: 13979, Yekgirtû: 1203, YNK: 996, Tevgera Goran: 736, Komel: 0 û 621 deng hatine pûçkirin û iptalkirin.

BasNews
Top