Li Enqereyê hemwelatî û penaberên Sûriyê li hev xistin
Li navçeya Altindaga li Enqereyê, duh di seatên dereng yê şevê de, di navbera penaberên Sûriyê û hemwelatiyên Tirkiyê yên nişteciyên taxa Hacilar de destpêkê gengeşeyên bi ziman derketin û pişt re pevçûn çêbû.
Li gor medya Tirkiyê, piştî di navbera penaberên Sûriyê ku di wê taxê de dijîn û nişteciyên Tirk de pevçûn derket, polîsan çend penaberên Sûriyê girtin û binçavkirin, lê piştî ku hêzên polîsan çûn, nişteciyê Tirk êrîş birin ser avahiya penaberên Sûriyê û agir berdanê.
Herwiha piştî bûyera şewitandina avahiyê, dîsa di navbera her du aliyan de pevçûn rûda û dîsa hêzên polîsan hatin û destêwerdana wê bûyerê kirin.
Hat ragihandin ku di encama wan pevçûnan de gelek kes him ji polîs û him jî ji her du aliyên pevçûnê birîndar bûn û polîsan gelek kes jî girtin û binçav kirin û lêpirsîneke berfereh destpêkirin.
Rûdaw
