• Saturday, 14 February 2026
logo

Amerîka çekan dide Tevgera Hezm li Sûriyê

Amerîka çekan dide Tevgera Hezm li Sûriyê
Tevgera Hezm ji nîşkan ve derket holê, lê xweş tê diyarkirin ku berê amadekariyên baş ji bo lêkirina wê hatine kirin. Ew diyar dike ku gellek tilî ketine di nav şoreşa Sûriyê de û van tiliyan şoreş ji riya wê ya rast deranîne. Dide zanîn ku ji erkên wê ye şoreşê careke din vegerîne riya rast ku li hember dîktatoriyetê û ji bo demokrasiyê û rûmeta mirovan şer bike.

Tevger ji 22 yekîneyên cuda cuda pêk tê. Ji van yekîneyan ên sereke ev in: Yekîneyên Faruq, Firqa 9’an a hêzên taybet, lîwa al-Îman, yekîneyên Ebî al-Haris, Lîwa Ehbab Allah, Hêzên Sewt al-Heq û yekîneyên Ebî Es’ed al-Nemir.

Ev tevger di destpêka vê salê de hat avakirin û serokê wê yê leşkerî Abdullah Ewde, yê weke Abu ziyad tê naskirin e. Lê belê yê serokatiya mekteba siyasî dike Hemze al-Şîmalî ye (Ebu Haşim).

Tê ragihandin ku tevger di warê leşkerî de gellek baş hatiye avakirin û nêzîkbûnên wê li ser kêşeya leşkerî pîşeyî ye.

Tevger bigiranî li ser du qadan tevdigere: herêma bakûr a ku ji wîlayetên Heleb, Hema û Îdlibê pêk tê û herêma başûr a ji wîlayetên Hims, gundewarên Şamê, bajarê Şamê û wîlayeta Deraayê pêk tê.

Serkêşiya herêma Bakûr mûlazim Murşid Xalid, Ebu al-Mu’tesim, dike û ya başûr Mihemed Dihêk, Ebu Hatim, dike. Her yek ji wan hêzên di bin destê xwe de îdare dike û bi aliyê din re jî tam bi aheng e.

Şirovegerên siyasî û lêkolînvanên hêzên li ser erdê dişopînin dibêjin ku tevger xwedî nêrînên Îlmanî ye (jihevcudakirina dewlet û olê) û ta niha bawermendiyên xwe zelal diyar nekiriye. Bêguman artêşeke ku hewil dide bibe artêşa netewî nabe leşkerên wê nêrînên xwe yên olî an jî yên siyasî belav bikin.

Xaleke din a balkêş di vê tevgerê de ew e ku çalakiyan ji bo Youtube û Facebookê nake. Giraniya xwe dide bêhalkirina artêşa rêjîmê û di warê leşkerî de pir bi rêkûpêk dixebite. Di destê wê de çek û cebilxaneyek mezin peyda dibin û baş wan bikar tîne. Tê gotin ku gellek ji leşkerên wê xweş hatine perwerdekirin û tevger, bi xwe, berendam e ji bo girtina çêkên weke moşekên li hember balefiran.

Ji xwe armanca serdana şandeya Îtîlafa Netewî ya Sûriyê bi serokatiya Ahmed el-Jerba ji bo Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê daxwazkirin û wergirtina moşekên li hember balefiran e.

Kesên ku vê tevgerê ji nêzîk ve dişopînin dibêjin ku hejmara şervanên wê derdorî 15.000’an e û li seranserî Sûriyê belav in.

Skykurd
Top