• Saturday, 14 February 2026
logo

PEJAK navê Kurdistanê ji serxwe rakir

PEJAK navê Kurdistanê ji serxwe rakir
Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) ku PKK ew ji bo Kurdên rojhilatê Kurdistanê ava kiribû li Qendîlê kongreya xwe li darxist. Di kongreyê biryarên girîng hatine standin. Yek ji wan biryaran guhertina nav û ala wê bû. Navê PEJAK êdî nema. Li cihê wê ’’Komalgay Demokratîk û Azadiya Rojhilat’’ KODAR, yanî Civaka Demokratîk û Azadiya Rojhilat - KODAR.

Her wiha yek ji biryarên din ên girîng, guhertina serokê wê Ebdulrehman Hacî Ehmedî bû. Ev 10 sal bûn ku ew serokê PEJAK bû. Ebdulrehman Hacî Ehmedî li Almanya bajarê Kolnê dijî.

KODAR serokê PKK Abdullah Ocalan ji xwe re jî weke serok dibîne û konseya wê jî ji 19 kesan hatiye avakirin.

AVESTA KURD
Top