• Saturday, 14 February 2026
logo

Şerê Helebê dijwartir dibe

Şerê Helebê dijwartir dibe
Şer û pevçûnên di navbera hêzên rejîm û opozîsyona Sûriyê de li Helebê û bi taybetî li her du deverên Ramûsê û Amiriyê, gurtir û dijwartir dibin.

Li gorî raportên medyaya ser bi rejîmê ve, hêzên rejîma Sûriyê pêşketinên mezin bidest xistine, lê ti aliyên serbixwe zanyariyên van raportan piştrast ne kirine.

Çavkaniyên opozîsyona Sûriyê tekez dikin ku heta niha rêya sereke ya Ramûsê li pêş hêzên rejîmê girtî ye û ew hêz rêyên axî ji veguhestinên xwe bikar tînin.

Ji aliyê xwe ve, Rewangeha Mafên Mirovan li Sûriyê ragihand ku hilîkopterên artêşa rejîmê her du deverên Şiqeyif û kargehên birrîna keviran bi bermîlên bombekirî bombebaran kirine, lê ti amar derbarê ziyanan de diyar ne kirine.

Rewangehê herwiha da zanîn ku çend gule hawen li taxên Meşarqa, Mogambo û Şehbaya kevin ku di bin kontrola hêzên rejîmê de ne ketine û di encam de 3 hemwelatiyan jiyana xwe ji dest dan û hejmareke din jî birîndar bûne.

Rûdaw
Top