• Saturday, 14 February 2026
logo

Mezintirîn kanzaya zêr a Rojhilata Navîn li Kurdistanê ye

Mezintirîn kanzaya zêr a Rojhilata Navîn li Kurdistanê ye
Rojhilatê Kurdistanê wek çavkaniyeke girîng a kanzayê li Îranê tê naskirin û bi dehan kanzayên zêr û kevirên bi nirx li bajar û bajarokên Rojhilatê Kurdistanê hene.

Tenê li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê 35 kanzayên kevirên mermer, 12 kanzayên asin, 3 kanzayên granît, 2 kanzayên sîlîs, kanzayeke antîmwan û kanzayeke filorînê hene. Ji xeynî wan çendîn kanzayên zêr jî hene ku ji aliyê şîrketên hikûmî û nhikûmî ve tên derxistin û xelkê navçeyê jî jê bêbeş in.

Bajarê Tîkab ê Rojhilatê Kurdistanê, yek ji wan bajarane ku wek bajarê zêr tê nas kirin, lê navçeyeke hejar e û bêkariyê jiyana şêniyên bajêr zehmet kiriye. Para xelkê ji zêrê wî bajêrî, tenê dûkela kargehan, ji nav birina rêyên hat û çûnê, têkdana xwezayê, û çepelbûna keş û hewayê tenê beşek ji pirsgirêkên şêniyên bajarê Tîkabê ye.

Salane 2.2 ton zêrê eyar 24 ji kanzaya zêr a ’’Zere Şoran’’ a bajarê Tîkabê berhem tê, ku bi girîngtirîn çavkaniya zêr a Îran û Rojhilata Navîn tê hejmar kirin. Li navçeyê dahata zêr bi awayekî dadperwerane nehatiye serfkirin û berpirs di wî warê de xemsar in.

Cêgirê Serokê Komisyona Aborî ya Parlamentoya Îranê, Ruhullah Beygî di gera xwe bo navçeya Tîkabê de derbarê pîsbûna xwezaya wî bajêrî de agahî dan û got: ’’Kanzayên zêr li navçeyê bo ser xwezaya navçeyê metirsiyeke mezin in û dahata wê kanzayê bi awayekî dadperwerane nayê dabeş kirin. Xelkê navçeyê ji wê dahatê bê par in û ji ber pîsbûna hewayê tendirustiya wan di metirsiyê de ye.’‘

Nûnerê Tîkab û Şahîn Dêjê li Parlamentoya Îranê, Hucetulîslam Beykî wiha dibêje: ‘‘Heta niha bihayê150 milyar tumen zêr ji kanzaya Tikabê berhem hatiye, lê tenê 30 milyon tumen bo wî bajêrî hatiye xerc kirin.’‘

Ji xeynî kanzayên zêr, 49 kanzayên kevirên giranbuha li navçeyê hene ku piranya wan kanzayan li ser navê kesên taybet hatine binav kirin ku ne xelkê navçeyê ne û dest danîne ser wan kanzayan.

BasNews
Top