• Saturday, 14 February 2026
logo

Du peymangehên petrolê li Kurdistanê tên vekirin

Du peymangehên petrolê li Kurdistanê tên vekirin
Li ser pêşniyara Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê, Wezareta Perwerdê ya Herêma Kurdistanê razî bû ku du peymangehên petrolê li Kurdistanê bên vekirin.

Di vê derbarê de Berdevka Wezareta Perwerdê Hacer Dawid ji BasNewsê re got: “Ew her du peymngehên petrolê dê yek li Hewlêrê û ya duyem jî li Dihokê bên vekirin, ew her du peymangeh dê ser bi sektora taybet bin û di bin çavdêriya Wezareta Perwerdê de bin.”

Hacer Dawid da zanîn ku ew her du peymangeh dê xwendekarên hilgirên bawernameya 9’ê amadeyî werbigire û di peymangehê de jî 5 salan bixwînin û piştre bawernameya diplom wergirin.

Li Herêma Kurdistanê 14 zanîngehên taybet hene û tiu zanîngeheke taybet di warê petrolê de hê nehatiye vekirin, li zanîngehên hikûmetê jî tenê çend beşên girêdayî vî warî hene. Hacer Dawid got ku dê ew her du peymangeh ji bo sala 2014-2015 amade bin wate sala bê dest bi wergirtina xwendekaran bike, ew jî li ser rêjeya puanên xwendekaran. Berdevaka Wezareta Perwerdê bal kişand ser wêya ku di qonaxa niha de pêwistî bi peyangehên wiha heye û dê kadroyên peymangehan jî ji Kurdistanê bin.

Şêwirmendê Encûmena Wezîran bo Karûbarên Xwendekaran, Nezhet Salih jî destnîşan kir ku hikûmet asankariyan bo wan kesan dike yên dixwazin zanîngehên warê petrolê li Herêma Kurdistanê vekin.

Nezhet Salih got: “Bo veberhênan û derxistina petrolê pêdiviya me bi peymangeha petrol û endeziyariya petrolê heye, ji ber ku pêşesaziya petrolê li Herêma Kurdistnê hatiye damezrandin û divê xelkên me yên akademîk hebin.” Hêjayê gotinê ye 300-500 şirketên petrolê li Herêma Kudistanê kar dikin û piraniya karmend û endazyarên wanbiyanî ne.

BasNews
Top