“Cerdevanan cilê gerîla li xwe kirin û êrîşî gundiyan kirin”
Hemwelatiyê bi navê Ramazan Îpek ragihand ku “dema ew li qehwexaneya gundê Karpuzluya girêdayî navçeya Pasûra ser bi Amedê rûniştî bûn, 5 kesên ku cilê gerîlayên PKKê li xwe kiribûn û di destê wan de çek hebû êrîşî wan kirine û li wan xistine”.
Îpek ji çapemeniya Tirkiyê re diyar kir ku “ew her pênc kesên cilê gerîlayan li xwe kiribûn, ser çavê xwe girtibûn, lê ew ji dengên wan re naskir ku ew cerdevanin”.
Ramazan Îpek destnîşan kir ku “wan li dadgeha Pasûrê doz li dijî wan cerdevanan vekiriye û dozgeriya navçeyê jî lêpirsîn destpêkiriye”.
Herewiha cîgira serokê BDPê Meral Beşteş tev grûpeke girseyî li ber dadgehê kombûn û li wir Beştaş ji raya giştî re ragihand ku “ji bo ku pêvajoya aştî û çareseriyê têk bidin, gelek kesên ku ji vê pêvajoyê aciz bi çalakiyên wiha dixwazin kompluyan bikin û derbe li pêvajoyê bixînin.
Rûdaw
