‘Ev ne Kurdistaneke çiyayî ye’
Di raportê de behsa rewşa ewlekariya Kurdistanê û pêşketina aborî ya di nav wê aramiyê de tê kirin û wiha tê gotin: ‘‘Aboriya Herêma Kurdistanê di sala borî de ji sedî 12 pêşve çûye, di demekê de ku ew hejmar li beşên din ên Îraqê ji sedî 9 bû. Şirketên biyanî fêdeyeke baş dikin. Îraqî li seranserê cîhanê li hevbeşan digerin. Çavê hejmarek endazyarên Elmanyayê li wir bû. Ji ber şîrketên wek Daymler, Volkswagen , Bosch û Siemens niha li wir in. Ew şirket dixwazin û ji wan tê xwestin ku agirê pêvajoya dahatû ya pêşketina aborî geş bikin.’’
Nivîskar di beşeke din ya raporta xwe de behsa liv û lebata aborî û bazara Hewlêrê dike û wiha nivîsiye: ‘‘Hewlêr cîhana bişewq a tije mall û butîk û xwaringehên luks e ku hemû derfet ji bo te tên pêş. Li wir pêşeroja tarî li pişt rengên al û malayên bikaranînê wenda dibin. Li ser cadeyên giştî yên nû çêkrî û li ber camxaneyan markeya ARMANİ, şer gelek dûre. Bexda, Felûce, Mûsil? Ew çend nav di deng û basên televîzyonê de ne, di nav tep û tozê de, li derve ne. Li Kurdistanê mirov tenê bi rêya kanalên ragehandinê nûçeyên teqîn û dîl girtinan dibîhîze. Ji ber ku her sê bajarên mezin Hewlêr, Duhok û Silêmaniyê karîne kuştin û mirinê li mesafeyeke dûr rabigirin’’.
Rojnamevanê Elmanî herwiha behsa qonaxa duyem a pêşketina aborî ya Herêma Kurdistanê dike û wiha pêde diçe: ‘‘Her kesê bixwaze bingehekî ava bike, dikare li bakurê Îraqê pereyekî baş bi dest bixe, lê Kurd ne tenê li benda wê yeke ne. Hikûmeta herêmê otoban, bircên nîştecîh bûnê, avahiyên nivîsîngehan bi baş dizanin, lê niha dema pêngava duyem-teknolojiya pêşketî hatiye. Dema tren û tora berhemanîna hêza elektrîkê, berhemanîna ji zibl û gilêşan û averoya (kanalîzasyon) hevdem hatiye. Loma ji şîrketên wek Bosch, Klöchner, Hochtief, Siemens tê xwestin ku li hHerêma Kurdistanê ofîsên wan hene.’‘
Hochtller di raporta xwe de ku bi xwediyên hinek şîrketên Elmanî û karsazên Kurd re çêkiriye, şert û mercên veberhênanê li Kurdistanê ji bo xwendevanên Elmanî îzah dike.
Navnîşana nivîsê ’’ Ev ne Kurdistaneke çiyayî ye’’, îşareteke ji bo romana nivîskarê Elmanî, Karl May ya binavê ’’Ji Kurdistaneke Çiyayî de’’. May romana pir macera di sala 1892’ê de belav kiriye û ciwanên Elmanî nifş bi nifş wê pirtûkê dixwînin. Û Navê Kurd a wê romana May bi bîra hevwelatiyên Elmanî tîne.
BasNews
